Wan (Rûdaw)- Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu û berpirsên herêmê civiya.
Di vê serdanê de Nêçîrvan Barzanî ligel karsaz û sermayedarên Wanê û Bakurê Kurdistanê re civiya û piştre konfransekî rojnamevanî lidar xist.
Di nîva axevftinê de, kesê ku gotinên Barzanî werdigirandin tirkî, pevyek xelet tercume kir lewma Nêçîrvan Barzanî rawestiya û got, “Hindê ku ez tirkî dizanim wergêr şaşiyek di wergêranê de kir” ev jî bû sedema pêknîna hemû beşdaran…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse