WAN - Qeyûm hat danîn: 127 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî danîna qeyûm a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girt û 127 kes hatin desteserkirin.
Bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji kar hat dûrxistin û parêzgarê Wanê Ozcan Balci li şûna wî wekî qeyûm hat danîn.
Piştî biryara jikardûrxistin Abdullah Zeydan, polîsan bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê girtin.
Li gor dîmenên hatine belavkirin polîs bi gaza rondikrêj û guleyên plastîk midexaleya welatiyan dikin ku li beramberî cezakirina Abdullah Zeydan nobet digirtin.
Li gorî zanyariyan, Hevserokê Şaredariya Amedê Dogan Hatun, rojnamegerên JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê jî di nav de 127 kes hatin desteserkirin, lê piştre Dogan Hatun hat berdan.
Çi bûbû?
11ê Sibata 2025an, 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan birîbû.
Piştî ku cezayê girtîgehê li Abdullah Zeydan hat birîn, xelkê ji ber îhtimala danîna qeyûm li ber avahiya şaredariyê dest bi nobetê kiribû.