Mesrûr Barzanî: Bi tundî êrişa mûşekî şermezar dikim

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrişa mûşekî ya îşev bo ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir. Mesrûr Barzanî herwiha da zanîn ku wî derbarê êrişê de peywendî ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de daniye ku kesên li pişt vê êrişa terorî bêne diyarkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê êrişa mûşekî ya bo ser Hewlêrê de daxuyanî da.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dike ku aram bin.

Barzanî eşkere kirk u hêzên ewlekariyê têkildarî êrişê de dest bi lêkolînên hurgilî kirine.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ku peywendî ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk aniye da ku emcamdêrên li piştî vê bûyerê terorî bêne diyarkirin.

Li Hewlêrê şeva Duşemê 15ê Sibata 2021an hejmarek mûşek li navenda paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê ketin.

Li gor agahiyên destpêkê 3 kes birîndar bûne. Çavkaniyên ewlekariyê dibêjin mûşek ji aliyê Heşda Şeibî ve arastey Hewlêrê hatine kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurahman ragihand ku 8 mûşek li nêzîkî Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêr, Qada Ajelan, Taxa Bextiyarî û derdora Naz Cityê ketine.

Senger Ebdurahman herwiha diyar kir ku ev car e yekemîn e ku bi mûşekan êriş li cihên niştecîbûnê bûye û 3 kes ji ber mûşekan birandar bûne û birîna 2 kesan sivîk bûye û ya yekê jî dijwar e û ew ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto derbarê êrişa mûşekî ya li Hewlêrê de ragihand ku ji ber êrişê kesek sivîl canê xwe ji dest daye û 5 sivîl û kesek Amerîkî jî birîndar bûne.