Serokatiya Herêma Kurdistanê: Azad Cundiyanî ti erk û berprsiyariyek wernegirtiye

Hewlêr (Rûdaw)– Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umîd Sebah ragihand, ku endamê yedegê berî yê Polîtbûroya YNKê Azad Cundiyanî li Serokatiya Herêma Kurdistanê ti erk û berpirsiyarî wernegirtiye.

 

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umîd Sebah li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, ku ev çendîn roje li medya û ragihandina navxwe ya Herêma Kurdistanê nûçeyên derbarê erkdarkirina Azad Cundiyanî de nûçe tên belavkirin û got; “Li vir ji hemû aliyan re radigihînîn ti bingeheke van nûçeyan nîne û ji rastiyê dûr in. Daxwaz ji medya û ragihandinan dikîn berî ku nûçeyên bi vî awayî belav bikin duvdaçûnek ji bo rastî û dirustiya nûçeyê bikin.”

 

Sebah herwiha daxuaynd; “Kak Azad Cundiyanî kesayetiyekî xebatgêr û niştîmanperwer e û hemû demek warê kar û xizmetkirina welat li hemû cîhek da ji bo wî rexsaye.”

 

Di daxuyaniya xwe de Dr. Umîd Sebah got; “Kak Azad, kurê têkoşerekî navdar û fermandeyekî navdarê Komara Kurdistanê û şoreşa mezin a Eylûle û malbata têkoşerê Wehab Axayê Cundiyan e û herdem cihê rêz û hurmetê ne.”

 

Endamê yedeg ê Polîtbûroya YNKê Azad Cundiyanî roja 10ê Sibatê beriya civîna Polîtbûroya YNKê nameya xwe ya destjikarkêşiandinê pêşkeşî herdu cîgirên sekreterê giştî yê YNKê kirib3u.