Şingal.. Planeke çekdarên biyanî hat têkbirin
Şingal (Rûdaw)- Çekdarên DAIŞê li Şingalê mijûlî danîna pilanekê êrişkirinê bûn, lê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û balafirên hevpeymaniya navdewletî ve plana wan hat têkbirin.
Fermandarê Lîwaya 8ê ya Hêzên Pêşmerge Emîd Haşim Sîteyî ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din, di dema ku 2 girûpên 20 kesî ji çekdarên DAIŞê ku bi navê Îslam û Ebû Hûreyra dihatin naskirin, mijûlî danîna plana êrişekê li ser çeperên Pêşmerge bûn, balafiran ew da ber bombeyan û Hêzên Pêşmerge cihê wan topbaran kirin.”
Emîd Haşim Sîteyî wiha got: “Di encama wê lêdanê de, 15 çekdarên DAIŞê li wir hatin kuştin û pilana wan hat têkbirin.”
Wî Fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Girûpa Îslam tevahiya çekdarên wê xelkê welatên Ewropayê ne.”
Sîteyî da zanîn ku, “Çekdarên DAIŞê berdewam in li ser teqandina xaniyên berpirsên ewlehî û îdarî yên navçeya Şingalê, ji ber ku çend erebên navçeyê rê û malan pêşiya wan dikin.”