Bazirganên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ji sîstema Deriyê Bajêrgeyê ne razî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Bazirganên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ji sîstema Deriyê Bajêrgeyê ne razî ne.

Deriyê Sînorî yê navbera parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê û navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê deriyekî giring ê liv û tevgera bazirganî û geştyariyê ye.

Ev deriyê sînorî yê navneteweyî li Urmiyê wekî Deriyê Sêro û li Geverê jî bi navê Deriyê Bajêrgeyê tê naskirin.

Ev deriyê navneteweyî ku tenê 40 kîlometre ji Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê û Gevera Bakurê Kurdistanê dûr e, yek ji deriyên girîng ên di navbera du parçeyên Kurdistanê de ye.

Lê belê bi sedan kesên ku debara xwe ya rojane bi vî deriyê sînorî dikin, ji ber sîstema xerab a li derî  gilî û gazinên wan pir in.

"Gelek eziyetê didin me"

Kamêz Çopanî got, "Kasibkar nikarin bi tenê nayloneke 5 kîloyî jî di ser sînor re derbas bikin.

Gelek eziyetê didin me û beriya du rojan du kasibkar ji ber ferdekî birinc ê 5 kîloyî hatin girtin."

Qadir Mihemed jî wiha anî ziman, "Gelek caran pirsgirêkên sîstemê derdikevin û bi saetan gelek kes, di nav de bazirgan û geştiyar, li vê derê dimînin."

Ferhad Zahîdiyan ragihand, "Rêyên me gelek caran ji ber berfê tên girtin û em jî komek kasibkar in ku rêya me dûr e, ez xelkê navçeya Mergewerê me."

61 sal e ev deriye bûye fermî û navneteweyî û bi ser ku deriyekî girîng ê geştûguzariyê ye, di danûstandina bazirganiyê de jî yek ji sînorên herî girîng e.

Lê belê dem bi dem ji ber nebûna sîstenê û gelek caran jî ji ber barîna berfê ev derî tê girtin.

"Em hewl didin ku hemû pirsgirêkan çareser bikin"

Endamê Odeya Bazirganiyê ya Geverê Zekî Gurdal li ser pirsgirêkên derî wiha got:

"Ev pirsgirêk ne tenê ya hikûmeta me ye, li aliyê Îranê jî heman pirsgirêk heye û me hefteya borî karî pirsgirêka sîstemê ya kevn bi carekê çareser bikin û em hewl didin ku hemû pirsgirêkên din jî ji binî ve çareser bikin."

Rojane nêzîkî 2 hezar geştiyar di deriyê sînorî yê Bajêrgeyê tên û diçin û nêzîkî 500 barhilgir kel û kalan di wir re vediguhêzin.

Li bazara Geverê bandora vî deriyê sînorî bi zelalî xuya dibe. Bihayê erzan û curbecuriya eşyay bûye sedema balkişandina kiriyaran.