Cezayê Hevseroka Şaredariya Dêrsimê yê hepsa malê hat rakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Cezayên hepsa malê û qedexeya derketina derve yên Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhanê hatin rakirin.

22yê Çiriya Paşîn a 2024an qeyûm li ser Şaredariya Dêrsmê hatibû danîn û Hevserokên Şaredariyê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan ji erkê wan hatibûn dûrxistin.

Piştî danîna qeyûm xelkê Dêrsimê nerazîbûn nîşan da û li dijî qeyûmê xwepêşandan kirin.

Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan  24ê Çiriya Paşîn a 2024an ji ber axaftinên xwe yên di xwepêşandan de hatibû destserkirin û piştre bi hinceta “handana xelkê ji bo tawanê” bi cezayê hepsa malê hat cezakirin û her wiha derketina wê ya bo derveyî welat hat qedexekirin.

Piştî derdora 2 mehan ji girtîgeha malê rûniştina doza Bîrsen Oranê li Dadgeha Dêrsimê hat kirin.

Parêzerên Orhan û gelek nûner û endamên DEM Partiyê û Hevserokê Şaredariyê beşdarî doze bûn.

Bîrsen Orhanê di parastina xwe de tawanên ku jê re hatine arastekirin red kirin.

Parêzeran jî piştî parastinê daxwaz kir ku biryara hepsa malê û cezayê qedexeya derketina derve ji ser Orhanê bê rakirin.

Rûniştina din a dozê hat bipaşxistin

Peyamnêrê Rûdawê yê Dêrsimê Alî Haydar Gozlu ragihand ku heyeta dadgehê piştî parastinê biryar daye ku cezayê hepsa malê û qexeya derketina derve yên Hevseroka Şaredariyê Bîrsen Orhanl bên rakirin û rûniştina din a dozê jî taloqî 7ê Sibata 2025an hat kirin.

Orhan li pêşiya dadgehê ji aliyê endamên DEM Partiyê ve hat pêşwazîkirin û parêzerê wê Kenan Çetîn jî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Çetîn ragihand ku di dozê de ji dû dosyayên cuda îfadeyên Bîrsen Orhanê hatine wergirtin û got:

"Di dosyaya rûniştina îro de jî îfadeyên wê hatin wergirtin û daxwaza ceza hat kirin lê ji ber ku îfade hatibûn wergirtin hem cezayê hepsa malê û hem jî cezayê qedexeya derketina derve hati rakirin."

"Ev rastiyek e ku tiştên me kirine ne tawan in"

Hevseroka Şaredariyê Bîrsen Orhan jî axivî û ragihand ku çalakî û protestoyên wan ên rewa yên li dijî danîna qeyûm wekî tawan hatine dîtin û derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin û got:

"Ev rastiyek e ku tiştên me kirine ne tawan in. Bertekeke mafdar û rewa ye.

Berpirsyariyeke me ya wiha heye ku wekî kesên hilbijartî yên vî bajarî şaredariyê biparêzin û xwedî li wan dengan derkevin ku xelkê dane me.”

Orhan herwiha di axaftin xwe de spasiya hemû wan aliyan kir ku di wê pêvajoyê de piştgiriya wê kirine.