Ji bo hinek bajaran hişyariya berf û baranê hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Sêwaz, Dêrsim, Meletî û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê û hinek bajarên Tirkiyeyê hişyariya baran û berfê da.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ragihand, li parêzgehên Sêwaz, Dêrsim, Meletî û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê baran û berf bi hev re dibarin.
Her wiha li parêzgehên Edîrne, Kirklarelî û Boluyê yên Tirkiyeyê baran û berf bi hev re dibarin.
Li parêzgehên Stenbol, Denîzlî, Îzmîr, Mugla, Antalya, Afyonkarahîsar, Enqere, Eskîşehîr, Konya, Duzce, Sînop, Amasya, Samsun û Trabzonê barana gur dibare.
Li Bakurê Kurdistanê bi giştî pileyên germê li gorî demsalê di navbera 3-6 pileyan de bilind in.
Her wiha ji bo herêmên bilind ên Bakurê Kurdistanê hişyariya aşût û qeşayê hat dayîn û ji xelkê hat xwestin ku tedbîrên pêwîst wergirin.