Li Amedê pevçûna çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Amedê di navbera 2 grûpan de pevçûn derket û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyerê li Taxa Îskenderpaşayê ya girêdayî navçeya Sûra Amedê ya Bakurê Kurdistanê rû da. 

Li gorî agahiyan, li navçeya Sûrê di navbera 2 grûpan de pevçûna bi çekan çêbû.

Di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li ser agadarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Li gorî zanyariyan, yek ji êrişkeran ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.