Li Xarpêtê berfê rêya 112 gundan girt

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, îro 15ê Çileya 2023ê ji ber berf û pûkê rêya 112 gundan hat girtin.

Rêveberiya Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Îdareya Taybet a Xarpêtê ragihand, li herêmên bilind ê parêzgehê barîna berfê û bandora pûkê berdewam e.

Ji ber berf û pûkê li navenda Xarpêtê rêya 14 gundan, li navçeya Xoxê rêya 43 gundan, li navçeya Depê rêya 20 gundan, li navçeya Paloyê rêya 16 gundan, li navçeya Kebanê rêya 7 gundan, li navenda Qovanciyan rêya 6 gundan, li rêya Mehdenê rêya 5 gundan û li navçeya Baskîlê rêya gundekî hat girtin.

Di encama xebata tîman de li navendê rêya 10 gundan, li navçeya Xoxê rêya 17 gundan û li navçeya Baskîlê rêya gundekî hat vekirin.

Xebatên vekirina rêyên 84 gundên din jî berdewam in.