Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî îro 15.01.2023yê pêşwazî li mamostayê ziman, wêje û dîroka Kurdî û damezrîner û Serokê Enstîtuya Lêkolînên Kurdî ya li Berlînê Dr. Feryad Fazil kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzan, di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahî li damezrîner û Serokê Enstîtuya Lêkolînên Kurdî li Berlînê Dr. Feryad Fazil kir ji bo wergirtina Xelata Jêhatîbûnê ya Almanyayê ku ji aliyê Serokomarê Almanyayê ve jê re hatiye dayîn.

Serok Barzanî herwiha pêzanîna xwe hebû ji bo hewl, ked û nivîsîna berhemên zanistî yên Feryad Faizl ku roleke wan a giring di pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî de hebûn û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji wî re xwest.

Her di vê hevdîtinê de, Feryad Fazil spasiya piştgîriya Serok Barzanî kir û ragihand, ew wê xelata ku wergirtiye pêşkêşî gelê Kurd dike û daxwaz jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke zêdetir bide ziman û wejeya Kurdî û wan biparêze û bi pêş bixe.