Li Dêrsim û Xarpêtê ji ber berfê rêya 131 gundan hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Dêrsim û Xarpêtê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde bi giştî rêya 131 gundan hat girtin û tîmên girêdayî îdareyên taybet ên bajan ji bo vekirina wan rêyan dest bi kar û xebatên xwe kirine.

Li parêzgeha Dêrsimê şeva borî berfeke zêde bariya û ji ber berfê çûnûhatina welatiyan zehmet bûye. Li navenda bajêr 2, li navçeya Xozatê 2, li navçeya Qisle 19, li navçeya Pulurê 4 û Pêrtagê jî 6 bi giştî rêya 47 gundan hatiye girtin.

Li gor daxûyaniya Parêzgariya Dêrsimê tîmên girêdayî Îdareya Taybet a bajêr ji bo vekirina wan rêyan bi makîneyên kar dest bi kar û xebatên xwe kirine.

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê jî ji ber berfa zêde rêya 84 gund û gundikan hatiye girtin û li ser vekirina rêyan kar berdewam e.

Herwiha rêya hejmarek gund û gundikên li ser rêya giştî ya navbera parêzgehên Dêrsim û Erzînganê jî ji ber berfê hatine girtin û li wê derê jî vekirina rêyan berdewam e.