Qeşeyê Suryanî ku ji ber PKKê hatibû girtin hat berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Qeşeyê Dêra Mor Yaqubê, Sefer Bîleçen (Aho) ku roja 10ê Çile bi îdiaya "alîkariya rêxistina terorê" hatibû girtin, piştî îtiraza parêzeran hat berdan.
Heftiya bihorî li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve, Qeşeyê Dêra Mor Yaqub, Sefer Bîleçen ku wek Aho jî tê naskirin bi îdiaya "alîkariya rêxistina terorê " anko PKK hatibû desteserkirin.
Roja Înê 10ê Çile jî biryara girtinê di derheqê wî qeşeyî de hatibû dayîn.
Biryara girtina wî qeşeyî rastî nerazîbûnê hatibû. Piştî parêzeran îtiraz kir, 2emîn Dadgeha Cezayê Silhê ya Mêrdînê jî îtiraza parêzeran qebûl kir û biryara berdana Bîleçen da.
Piştî biryara dadgehê, Bîleçen doh Sêşemê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat azadkirin. Welatiyên Suryanî û Qeşeyê Dêra Deyrûlzaferanê, Gabriyel Akkûrt pêşwazî li Bîleçen kirin.
Heftiya bihorî dozgeriyê li ser îfadeyên hinek kesan ku îdia kiribûn ‘endamên PKKê ketine wê dêrê’ derbarê wî qeşeyê Suryanî de lêpirsîn dabû destpêkirin.
Hêzên emnî yên Tirkiyê bi fermana dozgeriyê bi ser gundên Marîne, Xarabelê û Sêderiyê yên li Nisêbînê de girtibûn û qeşeyê Dêra Mor Yaqub jî di nav de, 10 kes desteser kiribûn.