Asayîşa Kurdistanê: 60 çekdarên DAIŞê hatine girtin!

Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, ku di nav salekê de li nav sînorên Silêmaniyê 60 çekdarên DAIŞê hatine girtin.  

 

Li gorî daxuyaniya Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê, di heyama salekê de 60 çekdarên DAIŞê ji aliyê rêveberiyên Asayîşa Silêmaniyê, Asayîşa Şarezûr, Asayîşa Germiyan û ya Rojavayê Silêmaniyê ve hatine girtin. Hate gotin ku hinek ji van çekdaran xwestine ji Mûsilê ve dize bikin nav axa Herêma Kurdistanê.

 

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, ku hinek ji van çekdaran bi rêgez ereb in û plan danîne li Kurdistanê êrîş bikin ser dezgehên hikûmî, partiyan, cihên bazirganî û geştiyarî û çalakiyên terorîstî encam bidin.

 

Di nav wan de “emir” jî hene

 

Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin, ku di destpêka meha Nîsana 2016ê de 3 çekdarên DAIŞê yên bi rêgez kurd, ji aliyê DAIŞê ve weke “emir” hatine destnîşankirin, berpirsê grûbên terorîstî bûne û ev her sê kes ji Mûsilê ve hatine Hewîce û ji wir jî derbasî Kuridstanê bûne.

 

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê navê van kesan jî eşkere kir û daxuyand; “Navê wan berpirsan Sebah Salih Reşîd (Ebdûllah Îsmaîl), Mihemed Mûsa (Fatihê Kurdistanê) û hero Mihemed (Eyûb) e. Sebah Salih Reşîd, ku berî di nava El Qaîdê de bûye, weke çekdareke pir bi metirsîdar tê naskirin û plana 23 êrîşên terorîstî dariştiye.”

 

14 DAIŞî hatine kuştin

 

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku di vê heyamê de, di encama operasyonên hêzên asayîşê û Dezgeha Dije Terorê, li herêmên çiyayî yên Helebce û Sengawê jî 14 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

 

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, ku zêdetirî 60 kesan jî ji ber hevkarî û alîkariya van terorîstan hatine binçavkirin, dê zanyariy3en derbarê wan de jî piştre bên belavkirin.