Li Rihayê pevçûna bi kêran: Kuştiyek û birîndarek hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi kêran de kesek hat kuştin, kesek jî birîndar bû.
Li Taxa Seyrantepeyê ji ber sedemeke nediyar di navbera Y.K. û M.K. de pevçûn çêbû û kêr hatin bikaranîn.
Y.K. û M.K. bi kêrê birîndar bûn.
Ekîban ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê.
M.K.yê birîndar tevî hemû hewldanan jî ji mirinê nefilitî.
Hat ragihandin rewşa tenduristiyê ya Y.K. jî giran e.