ÊLIH - DEM Partiyê, wêneyê Şêx Seîd li avahiya xwe daliqand

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê wêneyê Şêx Seîd li avahiya partiyê daliqand.

Rêxistina Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Êlihê, bi avahiya xwe ya partiyê ve wêneyê Şêx Seîd daliqand.

Herwiha li ser wêneyê nivîsa “Şêx Seîd rûmeta me ye” hatiye nivîsîn.