Li Rojavayê Kurdistanê krîza peydakirina nan derketiye

Hewlêr (Rûdaw) - Zanyariyên ku ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin diyar dikin ku li hin navçeyan rewşa peydakirina nan ne gelekî asayî ye, li hin deveran jî, krîz nan heye, bi awayekî ku bidestxistina nanê normal zehmet dibe.

Nivîskar û nişteciyê bajarê Hesekê, Mişel Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rewşa nan kir.

Nivîskar û nişteciyê bajarê Hesekê Mişel Osman dibêje "Ew nanê normal ê ku di rêya komûnan de digihîje bihayê wê 500 lîreyê Sûrî ye. Lê wek taxa me heftê du caran tenê ev nan digihîje me. Ev jî têra malbatê nake, ku neçar dibin berê xwe bidin nanê biha nanê siyahî. Nanê siyahî jî ji 5 rojan û vir de buhayê wê bû 2 hezar lîreyên Sûrî. Giraniya wê jî heft nan tê de ne ku nagihîje 600 gramî."

Hin welatî krîza nan bêhtir vedigerînin wê yekê ku sedema buhabûnê kêmbûna arvan e, ji ber ku ji derveyî navçeyên Rojavayê Kurdistanê bi nirxekî bilind tê hawirdekirin.

Mişel Osman got jî "Krîza nan li Cizîrê heye û bi rengekî xurt e jî, bi taybet li bajarê me, ji ber ku ew nanê ku di rêya komînan re belav dibe ew nanê erzan ê bi 500 lîreyê Sûrî gelekî kêm e û têra miletê nake. ji ber ku kar tineye, rewş xirab e, milet nikare here ew nanê biha bikire. Kîloya genim ji 2 hezar û 100 heta 2 hezar û 700 lîreyê Sûrî ye. mixabin ew bîranan jî sedkinin xwediyaên bîren bêtir penaber bûn, ên ku bi çolan ketin ên ku çûn pişt sînoran. Kîsekî arvan ê 50 kîloyî derdora 135 hezar e. Xelk dê çewa debara xwe bike, ez nizanim."

Zanyariyên xwecihî ku ji Helebê bidest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, diyar dikin ku, ji Duşemê ve, firneyên taxên rojhilatê Helebê, wek taxên Firdews, Salihiyê û Eskerî, ji ber nebûna mazotê rawestiyane.

Zanyariyên Desteya Abûrî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dikin ku, nirxê 1 tûrikê nan bi 300 lîreyan e, di demekê de ku têçûya wê li ser Rêveberiya Xweser 2 hezar û 108 lîreyên Sûrî ye.