Zarokekî Qamişlo li ser asta welatên Erebî di matematîk de 2yem derket

Hewlêr (Rûdaw) - Bilind Mistefa Hibo yê 12 salî   ku kurdê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye li ser asta welatên Erebî di matematîkê de duyem derket.

Li paytexta Misrê bajarê pêşbirka matematîk  hat sazkirin û 46 grûp têde beşar bûn, temenê wan zarokan di navbera 5-12 salan de bû.

Bilind di grûpa xwe de yekem û li seranserê welatên erebî jî duyem derket.

Zarokên ku di pêşbirkê de amade bûne, di çend saniyan de, hesabên gelekî mezin di serê xwe de çêdikin, bê makîneya hesab.