Bi hewlên Nadiya Murad rêya Sihêla-Şingalê tê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurda Êzidî û xwediya Xelata Nobel a Aştiyê, Nadiya Murad ku niha li Kurdistanê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ew dixwaze ji bo lidarxistina ahenga bidestxistina xelata Nobelê, di rêya Sihêla re biçe Şingalê û bi vê yekê ev rê bi fermî ji hatinûçûnê re bê vekirin.

 

Nadiya Murad got, bi vê yekê rêya di navbera Sihêla û Şingalê de dê vebe û tekez kir, ev pêngav di encama civînên wê yên li gel berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê de bûye.

 

Keça Kurda Êzidî, Nadiya Murad diyar kir, peyama civaka Kurdên Êzidî, peyama mirovdostî û aştiyê, niha gihîştiye hemû cîhanê.

 

Xwediya Xelata Nobel a Aştiyê, Nadiya Murad spasiya herdu aliyên hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Ez spasiya hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê dikim, ku em hatin û ez hatim bi wan re li ser rewşa Kurdên Êzidî û Şingalê bipeyvim, ku sibe ezê biçim Şingalê. Tiştên ku me daxwaz kirin û tiştên ku em li ser peyvîn, ev e ku ji we re bêjim, ku emê sibe bi hev re ji rêya Sihêla re biçin Şingalê. Derî ji me re tê vekirin û ev pêngava han, herî baş bû ku diviyabû herdu hikûmetan herî zûtir pêk anîbana. Ez gelek spasdarim, ku encam zû derket holê piştî civînên min ên bi herdu aliyan re. Sibe em pêkve diçin, ku bi hev re ahengê lidarxin, cejnên xwe pîroz bikin, bi serkevtinên xwe û bi peyama xwe ya mirovane û bi peyama xwe ya aştiyane ku gihîşt hemû cîhanê, bi hemû hewl û westiyana xwe, em ahengê lidar bixin. Careke din li we hemûyan pîroz dikim û em dê sibe li Şingalê hev bibînin.”

 

Herwiha parlamenterê Iraqê, Şêrwan Duberdanî jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Rêya Sihêla ku hatinûçûna Duhok, Şingal, Rebîe û çend cihên din li ser vê rêyê ye, di encama civînên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, rêkevtin li ser vekirina wê hatiye kirin.”

 

Şêrwan Duberdanî got, bi hatina Nadiya Murad, keça Kurda Êzidî û xwediya Xelata Nobel a Aştiyê ya sala 2018, rêya Sihêla-Şingalê îro bi fermî tê vekirin.

 

Ji dema bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê ve ku artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êrîşî deverên Kurdistanî yên di çarçoveya madeya 140 a destûra Iraqê de kirin, rêya Sihêla û Şingalê jî weke gelek rêyên din ji hatinûçûnê re hatiye girtin.