100 kurdên êzîdî di rêya Ewropayê de mirine

14-12-2015
A+ A-

 

Dihok (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku heta niha derdora 100 kurdên êzîdî di rêya koçberiya Ewropayê de jiyana xwe ji dest dane ku derdora 30 ji wan, di nav deryaya Ege de xeniqîne.

Pêr êvarê (12ê vê mehê), sê qayîkên ku derdora 45 kurdên êzîdî lê siwar bibûn û ji bo derbasî Ewropayê bibin, diçûn Yûnanistanê, ketin bi navê. Di wê bûyerê de tenê 2 kes filitîn, yên din hemû mirin û wenda bûn.

Kurmamê yek ji wan kurdên êzîdî yên wê rojê di nav deryayê de xeniqîbû, Xwedêda Reşo ji Rûdawê re behsa wê bûyerê kir û got, me ji wan re got neçin lê wan guhdarî me nekirin.

Xwedêda da zanîn ku ji wan kesan tenê kurmamê wî Qewal û biraziyeke wî rizgar bûne her wiha tenê cenazeyên kurmamê wî Hecî û kurekî Qewal hatine dîtin ku niha li nexweşxaneyeke bajarê Atîna yê Yûnanistanê ne.

Li gorî agahiyên Xwedêda Reşo, îro (14ê mehê) dê cenazeyên hinek ji wan kurdên êzîdî yên di deryaya Ege de xeniqîbûn, ji Ewropayê derbasî Kurdistanê bibin.

Li gorî amarên ne fermî, nêzîkî nîv milyon kurdên êzîdî li Kurdistan û Iraqê hene. Ji ber şerê DAIŞê gellek ji wan koçberî Ewropa û Amerîka bûne lê hejmarek ji wan beriya ku derbasî wan welatan bibin, di rê de jiyana xwe ji dest dane.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzîdiyan li Wezareta Ewqafê ya Kurdistanê, Xeyrî Bozanî ji Rûdawê re got, bi qasî ku em dizanin 45 kurdên êzîdî ketine nav deryaya Ege ku 31 ji wan xeniqîne, piraniya wan jî xelkê bajarê Şingalê bûne.

Bozanî diyar kir ku wan bi Balyozê Iraqê li Atînayê re axivîne û jê re gotine, ji bo hanîna cenazeyên wan kurdên êzîdî, alîkariya wan bikin.

Wî rayedarê hikûmeta Kurdistanê her wiha got, piştî şerê DAIŞê derdora 70 hezar kurdên êzîdî koçber bûne ku nêzîkî 100 kes ji wan di rêya koçberiyê de mirine, hinek jî nayê zanîn çi hatiye serê wan. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst