ERZIROM – Li navenda bazirganiyê teqîn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navendeke bazirganiyê ya li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê teqînekê rû da.

Li gorî agahiyan, teqîn di hundirê kafeyekê de çêbû û di encama teqînê de xisar gihişt navenda bazirganiyê.

Li ser agahdarkirinê AFAD, tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên Gaza Xwezayî ya PALENê çûn cihê bûyerê.

Tê texmînkirin ku teqîn ji ber gazê pêk hatiye.

Di encama teqînê de dîwarên kafeyê hilweşiyan û camên wê şikestin.

Hin welatiyên ku ji dûxanê bandor li wan kiriye ji aliyê tîmên tenduristiyê ve, li cihê bûyerê hatin dermankirin.