Careke din bi mûşekan êrîşî baregeha PDKÎ hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Qaymeqamê Koyê, Tariq Heyderî ji Rûdawê re ragihand, bi mûşekan êrîşî baregeha Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) hatiye kirin.

Qaymeqamê Koyê diyar kir, bi 3 mûşekan êrîşî baregeha PDKÎ hatiye kirin.

Şahidekî ji navçeya Koyê ji Rûdawê re ragihand, beriya kêliyekê mûşeka çarem jî li baregehê ket.

Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê, Heme Salih Qadirî ji Rûdawê re ragihand, baregehên wan li Koyê bi mûşekan hatine armanckirin û got, ji bilî kelehê hin cihên derdora kelehî jî hatine armanckirin.

 

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê, Saman Berzincî derbarê êrîşa ser baregeha PDKÎ ya li Koyê de ji Rûdawê re ragihand, “heta niha 8 birîndar û şehîdek gihandine nexweşxaneyan.”

Wezîrê Tendirustiyê dibêje, ambulans û tîmên pizîşkî û nexweşxane amade ne bo pêşwaziya birîndaran û dermankirina wan.

Rêveberiya Tendirustiya Koyê pêştir gotibû, di encama êrîşa ser baregehên PDKÎ de 5 pêşmerge birîndar bûne.

 

Tê nûkirin….