Hewlêr (Rûdaw) – Qaymeqamê Koyê, Tariq Heyderî ji Rûdawê re ragihand, bi mûşekan êrîşî baregeha Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) hatiye kirin.
Qaymeqamê Koyê diyar kir, bi 3 mûşekan êrîşî baregeha PDKÎ hatiye kirin.
Şahidekî ji navçeya Koyê ji Rûdawê re ragihand, beriya kêliyekê mûşeka çarem jî li baregehê ket.
Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê, Heme Salih Qadirî ji Rûdawê re ragihand, baregehên wan li Koyê bi mûşekan hatine armanckirin û got, ji bilî kelehê hin cihên derdora kelehî jî hatine armanckirin.
Baregeha #PDKÎ li navçeya Koye ya Hewlêrê bi mûşekan hat armanckirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 14, 2022
Şahidekî ji Rûdawê re got, beriya kêliyekê mûşeka çarem jî li baregehê ket.
Zêdetir: https://t.co/1vR84vy5pm pic.twitter.com/AyHrSmwsXD
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê, Saman Berzincî derbarê êrîşa ser baregeha PDKÎ ya li Koyê de ji Rûdawê re ragihand, “heta niha 8 birîndar û şehîdek gihandine nexweşxaneyan.”
Wezîrê Tendirustiyê dibêje, ambulans û tîmên pizîşkî û nexweşxane amade ne bo pêşwaziya birîndaran û dermankirina wan.
Rêveberiya Tendirustiya Koyê pêştir gotibû, di encama êrîşa ser baregehên PDKÎ de 5 pêşmerge birîndar bûne.
Hejmarek birîndarên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê #PDKÎ ku di encama êrîşa mûşekî ya Îranê de birîndar bûne, rakirin nexweşxaneyên navçeya Koyê.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 14, 2022
📸: Rûdaw pic.twitter.com/u52kr6tXOd
Tê nûkirin….
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse