Li Mêrdînê bo dema 15 rojan qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi sedema “ewlehiyê” her cor çalakî, meş û  xwepêşandan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Mêrdînê bo dema 15 rojan hemû çalakî, meş û kombûn bi sedema “parastina aramiya bajêr” hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Mêrdînê  ji 15ê Mijdara 2022ê heta 29ê Mijdara heman salê , hemû çalakiyên weke xwepêşandan, meş, daxuyaniya rojnamevaniyê, kombûn, greva birçîbûne, belavkirina belavokan, vedana çadiran hatine qedexekirin û tenê rê dê bi "çalakiyên fermî" bê dayîn.

Tê îdiakirin ku  armanc ji vê biryara qedexekirina çalakiyan, “parastina aramiya civakê û rêgirîkirina encamdana tawanan” e.

Qedexekirina çalakiyan ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên emnî  ji sala 2016an ve tên ragihandin û dema wan qedexeyan berdewam tê dirêjkirin.