"Biratî û Pêkvejiyan" nikarin bi hev re bicivin
Silêmanî (Rûdaw) – Lîsteya partiyên Kurdistanî ya Kerkûkê ku di hilbijartinên sala 2005an de navê xwe danî Biratî û Pêkvejiyan û piraniya dengan standin, niha endamên wan nikarin hetanî civînek jî di navbera xwe de pêk bînin. Endamekî YNKê yê li Encumena Parêzgeha Kerkûkê diyar dike, ku ew her dem li gel Ereb û Tirkmenan rûdinin "lê pirsgirêk ew e ku Lîsteya Biratiyê nacive”.
Roja 9ê Cotmeha 2017an Encumena Parêzgeha Kerkûkê civiya û ew civîna dawîn a encumenê bû. Di 16ê Cotmehê de jî bi êrişa Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê, tabloya siyasî, civakî û îdarî ya Kerkûkê bi temamî guherî. Bi hezaran malbat, li gel parêzgar û endamên Encumena Parêzgehê awareyî Silêmanî û Hewlêrê bûn, ji wê demê ve hewldanên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo civîna Encumena Parêzgehê, da ku parêzgarê nû dest bi kar bike, bê encam man.
Endamê YNKê yê ji Fraksiyona Biratî û Pêkvejiyan Ehmed Eskerî destnîşan dike, ku li benda Lîsteya Biratiyê ne da ku bicivin û dibêje: “Çimku em li vir her dem li gel lîsteyên Ereb û Tirkmenan rûdinin û pirsgirêkên me tine ne. Ji ber ku parêzgarî bi wekalet di destê Ereban de ye, ew dixwazin her wisa bimîne, Tirkmen jî daxwaza Serokatiya Encumenê dikin û sê navên wan hene û dibêjin ji bo ku parêzgarî werbigrin emê deng bidin.”
Ehmed Eskerî ji PDKê gilî û gazind e ku daxwaza wan li ber çavan nagrin ji bo civîna Encumena Parêzgehê.
Lê belê nûnerên PDKê yên li encumenê, bi hêsanî 16ê Cotmehê jibîr nakin. Endamê PDKê yê ji Fraksiyona Biratî ya Kerkûkê Mecîd Mehmûd dibêje: “16ê Cotmehê bûyerek bû ku gelek jan da me, piştî 16ê Cotmehê jî YNK li hember me gelek giran diaxivîn û digotin ewê li gel Ereb û Tirkmenan piranî pêk bînin û parêzgarek diyar bikin.”
Mecîd Mehmûd herwiha diyar kir: “Niha ew li gel Ereb û Tirkmenan 26 endam pêk tînin û dikarin civîn bikin û parêzgarek diyar bikin, çima nakin?”
Mehmûd destnîşan kir: “Mercê me yê ji bo vegera Kerkûkê aşkere ye. Me gotiye 'em di bin desthilatdariya postalan de venagerin'.”
Li gor gotina Ehmed Eskerî, yasaya hejmara 21 a sala 2008an, dema ku Encumena Parêzgeha Kerkûkê sê car li ser hev daxwaza civîna encumenê bike û encumen nikaribe bicive, ew encumen hildiweşe, lê belê Mecîd Mehmûd vê yekê red dike û dibêje: “Kî daxwaza civînê bike? Divê Serokê Encumen û parêzgar daxwaza civînê bikin, lê heta niha jî her roj li nav Kerkûkê şer heye û rewşa wê ne asayî ye û xelk êrişî otomobîlên leşkerî û Heşda Şeibî dikin, civîna çi?”
Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji 41 endaman pêk tê ku 26ê wan ser bi Fraksiyona Biratî û Pekvejiyanê ne. Li gor yasaya encumenê, 14 endam dikarin daxwaza civînê bikin, lê weke ku endamekî encumenê behs dike, peydakirina 14 endaman dijwar bûye "çimku Ereb eger bizanin Kud li gel Tirkmenan li hev dikin, civînê terk dikin, Tirkmen jî her wisa". Endamê Encumenê ku nexwest navê wî were aşkerekirin got: “Lewma çareserî tenê ew e ku Lîsteya Biratiyê, bi xwe bicive.”
Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî amaje bi wê yekê kir, ku ne tenê berpirsên Kerkûkê, herwiha zêdetirî %50ê kerkukiyan bajarê xwe terk kirine, niha jî xelk her dem di diltengiyê de ne, bi taybetî jî Kurdan.
Rêbwar Talebanî destnîşan dike, Fraksiyona Biratiyê ku piraniya Encumena Parêzgeha Kerkûkê pêk tîne, niha zêdetirî %50 endamên wê li derveyî Kerkûkê ne.
Serokê encumenê ji partiyên Kurdistanî re nameyek şandiye û ji wan daxwaz kiriye ku civînek bikin da ku çareseriyek ji bo rewşa Kerkûkê bibînin. Di nameyê de daxwaz kiriye ku “Ev rewşa nedestûrî û neasayî ku li Kerkûkê heye, bila hemû werin sererastkirin, divê artêş û Heşda Şeibî hemû derkevin, çimku gişî neasayî û nedestûrî ne. Divê zirarên can û malên xelkê Kerkûkê werin qerebûkirin. Çend kesên ku hatine revandin, divê werin azadkirin, çimku her roj zanyarî digihîjin me ku xelk digirîn, divê hemû partiyên Kurdistanî vegerin ku baregehên wan niha bûye baregeha Heşda Şeibî.