Li Kobanî bêhna “bihar”ê tê!
Kobanî (Rûdaw)- Piştî ku hêzên pêşmerge çûne Kobanî, rewş li ser erdê hat guhertin û morala şervanan jî bilind bû û herwiha beşek ji xelkê Kobanî jî vegeriyan malên xwe.
Hêzên pêşmerge piştevaniya şervanên YPGê dikin û bi çekên giran cihên çekdarên DAIŞê topbaran dikin.
Fermandarên hêzên pêşmerge ji nav Kobanê dibêjin ku hatina Hêzên Pêşmerge bo Kobanî bibandor e û tîma bijîşkî ya pêşmerge jî dibêje ku pêşmergeyên li Kobanî bi selamet in û ti kes ji wan birîndar nebûye.