Li Mêrdînê otomobîlek qulibî: 5 kes birîndar in
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî û di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan danê êvarê li ser rêya Artuklu û Nisêbînê otomobîlek ji rê derket û qulibî.
Di bûyerê de Fuat Z.yê 34 salî, Emîne Z.ya 32 salî, Zînê S.ya 27 salî û zarokekî 2 salî û pitikeke 5 mehî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Tîman birîndar veguhestin nexweşxaneyên dewletê yên navçeyên Nisêbîn û Qoserê.