Hunermenda Kurd Cemîle Şahîn li Londonê xelata CIRCAyê wergirt
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda ji parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Cemîle Şahîn li Londona paytexta Brîtanyayê xelata navdewletî ya sala 2023yan a CIRCAyê bi dest xist.
Xelata CIRCAyê yek ji xelatên herî girîng ên di warê huner û edebiyatê de ye.
Hunermenda Kurd Cemîle Şahîn ku hemwelatiya Almanyayê ye, li Londona xelata 2023yan a CIRCAyê wergirt.
Cemilê Şahîn bi kurtefilmeke xwe ya bi navê “Four Ballads for my Father – Spring (2022)” (Ji Bo Bavê Min 4 Balad-Bihar) ew xelat bidest xist.
Fîlma Cemilê Şahînê behsa çîroka malbateke Kurd dike ku di navbera Stenbol û Parîsê de ji hev veqetiyane.
Hunermend Ferhat Tunç jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî pîrozbahî li Cemîle Şahîn kir û got:
“Hunermenda Dêrsimî Cemîle Şahîn bi filma xwe ya Ji Bo Bavê Min 4 Balad-Bihar (2022) xelata 2023yan a CIRCAyê bi dest xist.
Merasîma xelata vê filma ku behsa çîroka jihevqetîna malbeteke Kurd a di navbera Stenbol û Parîsê de dike, li Piccadilly Lightê a Londonê hat kirin. Ez ji ber vê serkeftinê Cemîle ji dil pîroz dikim.”
Xelata CIRCAyê ligel 36 hezar dolaran salane li ser dahênerên serkeftî yên huner û edebiyatê tên dabeşkirin.
Dersimli sanatçı Cemile Şahin, Babam İçin Dört Balad - Bahar (2022) adlı filmiyle 2023 CIRCA ödülünü kazandı. Paris ile İstanbul arasında bölünmüş bir Kürt ailenin hikâyesini işlediği filminin ödül töreni, Londra Piccadilly Light'ta gerçekleşti. Bu başarısı nedeniyle sevgili… pic.twitter.com/TsJaVq4UEv
— FERHAT TUNÇ (@ferhatttunc) October 13, 2023