Li Girê Sor a Rihayê dirûna birinca qerecdaxê destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Têrîkan ê ser bi navçeya Girê Sora parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve, cotkaran dest bi dirûna birinca Qerecdaxê ya bi nav û deng kirine.

Li erdê rast yê çandî, bi patozê û li cihên asê û kevirî yên ku patoz nikarê bikeviyê, cotkar bi şêwazên gevneşop, musim didrûn.

Abdulkadir Çetikoulu, cotkarekî gundê Têrîkanê dibêje:"Ji destpêka çandinê û heta dirûnê 6 meh derbazdibe, temenê birincê nêzî 150 roje, piştî wê dest bi werzê dirûnê tê kirin, li cihên rast bi patozê em didrûn, li cihên asê jî, ji bo dirûnê em karkeran digirin".

Serpireştê hejmarek karkerên ji parêzgeha Gumgum (Mereş) a Bakurê Kurdistanê jî dibêje, her sal ji bo musimê dirûna birinc, ew dema mehekê bo kar tên Rihayê.

Kudret Dirî dibêje:"Em ji Mereşê karkerên dirûna birincê tînin. Her sal di van mehan de em tên nêzîkî 25 rojan an mehekê kardikin. Cihên asê û kevirî ku patoz nikare pikeviye em bi dasê didrûn. Piştî ku karê me diqede em cardin vedigerin memleketa xwe".

Li navçeyê di rûbareke nêzîkî 50- 60 hezar donimê erdê de, birinca Qerecdaxê tê çandin û salane ji 15 heta 20 tonê birincê tê berhemanîn.