Komîteya Bilind a Coronayê ji bo tundkirina rêkaran dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Bilind ya Rûbirûbûna Veyrûsa Corona li Herêma Kurdistanê dicive, û Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê jî ragihand, li dibistanan mamosta û xwendekar tûşî Coronayê bûne, lewma wan pêşniyara tundkirina rêkaran kiriye.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê, Dr. Aso Hewêzî ji Rûdaw re got, ku wan pakêcek di derbarê rênimayên tenduristî û dewama dibistanan de, ji bo Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Vîrûsa Coronayê li Herêma Kurdistanê amade kirine û ew di qonaxa yekem de behsa tundkirina rêkaran dikin, û di pişt re behsa tiştekî din dikin.

Aso Hewêzî dibêje, ku ew niha behsa qedexeya çûn û hatinê nakin, lê dê rênimayên tund li cihên giştî bicî bikin û piştî tundkirina rêkaran, ew dê binêrin ka rêjeya tûşbûyan kêm dibe yan na.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê diyar kir, mijara awayê xebat û karê dibistanan ji bo wan gelek giring e, lewma jî ew dê di civîna xwe de gotûbêjê li ser vê yekê bikin.