Kujerê keça Kurda Êzidî Şîlan piştî du salan hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Kujerê keça Kurda Êzidî li Şîlan Xazî Piso li Duhokê di encama operasyonekê de hat girtin.

 

Roja 12ê Cotmehê hêzên Hewalgirî a ser bi Fermandariya Duhokê bi hemahengî ligel polîsê Sêmêlê, kujerê keça Kurd ya Êzîdî Şîlan Xazî Piso ya 21 salî, hate desteserkirin.


Kesekî bi navê Sefîn Numan Piso yê 24 salî, roja 13.03.2016, li Almanya bajarê Hannoverê, di nava dawetekê de Şîlan Xazî Piso li pêşiya çavên her kesî kuştibû.


Piştre bavê Şîlan Xazî Piso gotibû, ji ber ku keça wî nexwestibû bi pismamê xwe re bizewice, keça wî kuştin.


Ji 2016 ve polîsên Alman û yên înterpolê li Sefîn Numan Piso digeriyan lê nikaribûn şopa wî bibînin.