WÊNE – Fermandarê îranî Qasim Silêmanî çû ser tirba Mam Celal

Silêmanî (Rûdaw) – Fermandarê Supaya Quds a Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî serdana aramgeha Celal Talebanî kir û qewzegul danî ser gora wî.


Qasim Silêmanî roja 12ê Cotmeha 2017ê li Silêmanî serdana gora Mam Celal kiriye û li lênûsa aramgehê jî nivîsek nivîsandiye.


Hêjayê gotinê ye, ku heman rojê Hêro Îbrahîm Ehmed û Pavel Talebanî bi daxuyaniyan daxwaza ji kardûrxistina parêzgarê Kerkûkê kirin.


Herwiha duh jî rêveberiya Amerîkayê Supaya Pasdarên Îranê xiste nava Lîsteya Rêxistinên Terorîstî.