Nêçîrvan Barzanî bi berpirsên PDKyê yên Dihokê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Şaxa Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a Dihokê û bi berpirs û xebatkarên wê re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî piştî temaşekirina Şanoya Destana Kurdistanê çû Şaxa Rêxistinê ya PDKyê ya Dihokê û bi berpirs û xebatkarên wê re civiya.

Li gorî daxuyaniya Şaxa Rêxistinê ya PDKyê pêşhatên dawî û rewşa parêzgeha Dihokê di civînê de hat gotûbêjkirin.

Berpirsê Desteya Komîteya Navendî ya PDKyê Fazil Mîranî, Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê Serbest Lezgîn jî di civînê de hazir bûn.

 Li gorî zanyariyên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Dihokê Nasir Elî, Nêçîrvan Barzanî dê çend rojan li parêzgeha Dihokê bimîne.

Nasir Elî da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî serdana Zaxoyê navçeyên din ên Dihokê bike û bi berpirs û endamên PDKyê yên li wan navçeyan re bicive.