Li Erdexanê teyrokê erd spî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê teyrokeke zêde bariya û erd spî kir.

Doh danê êvarê li seranserê parêzgehêa Erdexanê piştî baranê teyrok bariya.

Teyrokê li gundê Dîlekdereyê navçeya Xenêkê erd û zeviyên çandiniyê spî kirin û bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.

Şofêrên otomobîlan ji ber teyrokê di çûnûhatinê de li rastî astengiyan hatin.

Teyrokê li gundên Ortakent û Borkê jî bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li parêzgehên Erdexan, Qers, Wan û parêzgehên derdorê hişyariya barana gur da.

Saziyê ji welatiyan xwest ku li hemberî bandorên neyînî yên avhewayê tedbîrên pêwîst wergirin.