Nêçîrvan Barzanî ji bo mewlûdê peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ji bo mewlûdê peyamek belav kir û got, "Hêvîdar im ev salvegera pîroz ji her kesî re xêr, bextewerî, aramî û xweşiyê bi xwe re bîne."

Sibê 15ê Îlonê ango li gorî salnameya Hîcriyê 12ê Rebiî Yekem roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Bi helkefta ji dayikbûna pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (silavên Xwedê lê bin), pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî hemû Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê bi giştî dikim.

Hêvîdar im ev salvegera pîroz ji her kesî re xêr, bextewerî, aramî û xweşiyê bi xwe re bîne û ji nû ve pêdagirbûna bi rêgez, peyam, nirx û fermanên wî re teşwîq bike.

Bi vê minasebetê em hêvîdarin ku aştî û aramî li her deverê pêk were û em tekezî li ser pêwîstiya hevkariyeke berfireh ji bo aramkirin û zêdetir kûrtirkirina çanda pêkvejiyan, tolerans, giyanê aştiyê û têgehên mirovî di nav civakên cuda yên Kurdistan û Îraqê de dikin.

Careke din Mewlûda Pêxember (SXL) li hemû aliyan pîroz be."