Nasnameya 2 gerîlayan hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 2 gerîlayên ku li Zapê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Mazlûm Wan û Mordem Eylûl, Tîrmeha 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, her du gerîla jî li herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê di êrişên hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Mazlûm Wan Firat: Navê wî yê fermî Cezmî Daş e û ew ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Mordem Eylûl: Navê wî yê fermî Abdullah Nebû ye e û ew jî bajarê Himsê yê Sûriyeyê ye. 

Li gorî daxuyaniya Mazlûm Wan, Hezîrana 2004an tevlî refên PKKyê bûye.