Silêmanî - Çiyayê Asosê hat bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çiyayê Asosê yê li gundê Gelaleyê yê navçeya Mawetê ya Silêmaniyê hat bombebarankirin

Qaymeqamê navçeya Mawetê Kameran Hesen li ser bombebaranê ji Rûdawê re axivî.

Kameran Hesen got, "Îro saet 15:10an balafireke şer Çiyayê Asosê yê li gundê Gelaleyê bombebaran kir."

Her wiha Kameran Hesen wiha anî ziman:

"Ji ber ku berê tenê balefirên şer ên Tirkiyeyê ev dever bombebaran kiribûn, îhtimal heye ku bombebarana îro ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hatibe kirin û ti ziyan çênebûne."

Kameran Hesen da zanîn, "Ew cihê ku hatiye bombebarankirin xaleke çavdêriyê ya kevin a Hikûmeta Beasê bûye.

Ti kes li wê derê tinebû û em nizanin çima ew der hatiye bombebarankirin."

Di vê mehê de ev cara çaremîn e ku Çiyayê Asosê tê bombebarankirin.

Di 2yê Îlonê de balafirên şer ên Tirkiyeyê di nava çend saetan de 3 caran Çiyayê Asosê bombebaran kiribûn.