Li Amedê mînîbûsa karkeran wergeriya: 11 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermûgê ya Ameda Bakurê Kurdistanê mînîbûsa karkeran wergeriya,11 karker birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li ser rêya sereke ya Çêrmûg-Siwêregê li nêzîkî gundê Axaçhanê yê navçeya Çermûgê ya Amedê mînîbûsa ku karkerên demsalî yên çandiniyê tê de bûn ji rê derket û wergeriya.

Di encama qezayê de 11 karker birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên parastina sivîlan û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Li gorî agahiyan, ew karkerên ku birîndar bûne ji bajarê Orduyê hatibûn navçeya Siwêregê ya Rihayê.