Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê: Hewlêr dê bi vê pêşketinê bibe navendeke geştyariyê

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê da zanîn ku pêşketina Hewlêrê bi heman awayî bidome dê Hewlêr bibe navendeke geştyariyê.  

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg ji bo serdanên fermî hatibû Herêma Kurdistanê.

Alexander Schallenberg bi waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav û rayedarên hikûmetê re li Keleha Hewlêrê û Bazara Qeyseriyê geriya.

“Çima geştyar neyên welatê we?”

Schallenberg, piştî gera xwe ya li Keleha Hewlêrê û Bazara Qeyseriyê got:

“Pêşketineke gelekî baş heye. Ger ev pêşketin berdewam bike çima geştyar neyên welatê we?”

“Kebaba Hewlêrê gelekî xweş bû”

Wezîrê Avusturyayî di dema gerê de li restorantekê xwarin xwar û ji nûçegihanê Rûdawê re got, “Kebab gelekî xweş bû. Ev yek ji aliyê herî xweş yê gera min bû.”

Alexander Schallenberg, li ser serdana xwe jî wiha axivî:

“Ev ne serdana min a yekem e. Ez çûm serdana Îraq û Bexdayê, îro jî hatim Hewlêrê. Serdanên min serkeftî bûn.”

“Li Hewlêrê pêşketinên mezin hene”

Alexander Schallenberg amaje pê kir ku li Hewlêrê pêşketinên mezin çêbûne.

Schallenber herwiha diyar kir ku Hewlêr dikare bibe navendeke geştyariyê û got:

“Ger ev pêşketin berdewam bikin çima geştyar neyên welatê we? Ev welat tê naskirin lê ji bo baweriya geştiyaran pêdiviya we bi ewlehî û aramiyê heye. Divê hûn li ser vê mijarê bixebitin.”

Li aliyê din, Alexander Schallenberg doh ji Rûdawê re eşkere kir ku ew dê li Hewlêrê konsulxaneyê vekin.