Ferhat Encu: Bi salan e hikûmeta AKP û MHPê xwezaya Kurdistanê wêran dike

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyonên Ekolojî yên HDK û HDPê li Stenbolê derbarê meşa ber bi Çiyayê Cûdî de ku dê  bi şîara “Em Dijî Talana Xwezayê û Wêrankirina Şer Dimeşin” pêk bê daxuyaniyek dan û banga beşdarbûnê kirin. Ferhat Encu li ser vê yekê got “Bi salan e hikûmeta AKP û MHPê xwezaya Kurdistanê wêran dike.”

Komîsyonên Ekolojî yên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo meşa ber bi Çiyayê Cûdî ku dê roja Şemiyê 17ê Îlonê pêk bê û armanc dike rê li birîna daran bigre civîneke çapemeniyê saz kirin.

Di civînê de Hevserokê Rêxistina HDPê yê Stenbolê Ferhat Encu axivî û amaje bi wê yekê da ku salên dirêj in desthilata Tirkiyê xwezaya Kurdistanê wêran dike û bi taybetî şerê tê kirin wêraniyeke zêde çêkiriye û kes û rêxistinên jîngehparêz jî li beramber vê yekê bêdeng dimînin.

Hevserokê Rêxistina HDP yê Stenbolê Ferhat Encu got “Mixabin mijar dibe ernîgariya Kurdistanê, gelên din, hêzên din û ferasetin cudatir bêding dimîmin, qaşo wê derê cihê talankirinê ye, cihê, şewitandinê ye, cihê daristan birrînê ye. Bi vî awayî tevdigerin. Em jî dibêjin divê xweza bi awayekî din bê destgirtin û li gorî wê tevbigerin. Em dibêjin em li hemberî hemû ferasetên şer û talankirinê ne. Emê dengê xwe bilind bikin nerazîbûnên xwe li hember desthilatdariya AKP û MHPê bidin nîşandan, ji bo wê jî emê bi gelê xwe re derdorên ekolojîst daxwaz dikin em dibêjin em bi hev re li wê derê li hemberî wan polîtîkayan dengê xwe bilind bikin.”

Ev demeke dirêj e ku dar û daristanên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê tên talankirin û rewş gihiştiye asteke metirsîdar. Bi taybetî li Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gebar û herêma Bestayê ya Şirnexê 2 sal in bi awayekî sîstematîk dar tên birîn.

Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, dê li dijî birîna daristanê 17ê Îlonê li Çiyayê Cûdî bi şîara “Em Dijî Talana Xwezayê û Wêrankirina Şer Dimeşin”çalakiyekê bikin.