HRE vîdeoya êrişa li dijî binkeyên Tirkiyê belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) videoya êrîşa şervanên xwe li dijî du binkeyên serbazî yên Tirkiyê li herêma Cindirês a Efrîna Rojavayê Kurdistanê belav kirin.

Di daxuyaniyekê de, Hêzên Rizgarkirina Efrînê ragihandin ku êvara 12ê îlonê, hêzên wan 2 operasyon li dijî du binkeyên artêşa Tirkiyê li gundê Xezêwiyê pêk anîne.

Li gor daxuyaniyê, ji encama herdu operasyonan, 7 serbazên Tirk hatine kuştin û 10 serbaz û çekdarên girêdayî Tirkiyê birîndar bûne.

Di daxuyaniyê hate gotin: “Roja 12ê Îlonê, di seatên ber êvarê de, li gundê Xizewiyê yê navçeya Cindirêsê hêzên me li hemberî 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bibandor li dar xistin. Di wan çalakiyan de di nuqteyên ku hatin hedefkirin de şewat derket û teqîn çêbûn.”

Herwiha 8 xalên çavdêriyê hatine jinavbirin û 2 erebeyên BMB û tankek hatine têkşikandin.