Bernameyên partiyên Kurdistanê ji bo yekeyên niştecihbûnê çi ne?

Hewlêr (Rûdaw) - Sala 1992an Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat pêkanîn û di kabîneya yekem a hikûmetê de Wezareta Avakirin û Niştecihkirinê hat damezrandin. Ji wê demê ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî di navbera salên 1992 heta 1998an de bi rêya rêxistinên xêrxwazî û navdewletî beşek ji wan 100 hezar xaniyên gund û bajarokên wêrankirî yên Kurdistanê çêkirin.

 

Piştî rûxandina hikûmeta Beasê di sala 2003an de û ji ber hikûmeta Herêma Kurdistanê budceyeke berfirehtir bidestket, bi hezara yekeyên niştecihbûnê hatin avakirin.

 

Niha ku li Herêma Kurdistanê proseya hilbijartina Gera Pêncem a Parlamentoya Kurdistanê nêzîk dibe, partiyên Kurdistanî yên beşdarî kampanya hilbijartinê bûne, di bernameyên xwe de behsa pirsgirêk û awayê çareserkirina pirsgirêka niştecihbûnê li Herêma Kurdistanê dikin.

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê ragihandiye ku kar dike ji bo destpêkirina pêşxistina sektorên taybet bi şaredariyan wek yekeyên niştecihbûnê û xizmetguzariyan.

 

Bernameya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi vî awayî ye; destpêkirina geşepêdana sektorên taybet bi şaredariyan wek yekeyên niştecihbûnê û xizmetguzariyên di wî warî de.

 

Komela Îslamî di bernameyê xwe de li ser sektora niştecihbûnê dibêje: "Destpêkirin û di ber çav re derbaskirina projeyên niştecihbûnê bi rêya sererastkirina yasaya veberhênanê, ku di xizmeta xelkê hejar û kêmdahat de be."

 

Bernameyê Komela Îslamî; destpêkirin û di ber çav re derbaskirina projeyên niştecihbûnê bi rêya serrastkirina yasaya veberhênanê, ku di xizmeta xelkê hejar û kêmdahat de be.

 

Tevgera Goran jî ragihandiye ku dest bi projeya stratejîk a di warê avakirina kampa mezin a yekeyên niştecihbûnê de dike li hemû bajar û bajarokan bi hemû pêdivî û xizmetguzariyên modern bo welatiyên bê mal, bi kirêya normal an firotina nirxê lê çûye bi deynê demdirêj.

 

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi sê xalan behsa plana xwe ya niştecihkirinê kiriye; Dariştina stratejiyeke demdirêj ji bo dabînkirina cihê niştecihbûnê ji hemû malbateke Kurdewarî re. Destpêkirina biryara dana teqsîta avahiyan wek beşek ji wê stratejiyê. Avakirina yekeyên niştecihbûnê li bajaran, li pêş hemûyan fermanber, mamoste, welatiyên kêmdahat û karkar, bê pêşekî û bi teqsîtên demdirêj.

 

Bernameya Lîsteya Ber Bi Îslahê jî wiha ye; Avakirina komelgehên niştecihbûnê ji bo hejar û karkeran bi nirxekî erzan û bi teqsîtên demdirêj.

 

Hemû partî û lîsteyên ku beşdarî hilbijartina Gera Pêncem a Parlamentoya Kurdistanê dibin, bernameyekî taybet bi çareserkirina pirsgirêka niştecihbûnê amade kirine, lê şêwaz û mekanîzmaya cîbicîhkirina wan bernameyan eşkere nekirine.