YNKê ji bo Parêzgariya Kerkûkê navên çar kesan dane PDKê

Kerkûk (Rûdaw) – Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi fermî navê Endamê Polîtburoya YNKê Rizgar Elî weke yekane namzedê YNKê ji bo postê Parêzgariya Kerkûkê, ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re daye, lê PDK diyar dike ku navên çar kesan gihiştiye wan û divê YNKê di navbera Serokomarê Iraqê û Parêzgarê Kerkûkê de yek ji wan hilbijêre.

 

Lijneya PDK û YNK ku ji çar kesan pêk hatiye, hefteya bê dê yekem civîna xwe encam bidin û li ser çawaniya aktîvkirina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û danîna parêzgarekî Kurd biaxivin.

 

Cîgirê Berpirsê Melbenda Du ya YNKê ya Kerkûkê Cemal Şikûr ji Rûdawê re ragihand: “Bi fermî û bi nivîs tenê Rizgar Elî yekane namzedê YNKê hatiye destnîşankirin, vê yekê ji bilî polîtburoyê, heta xelkê Kerkûkê jî dizanin. Divê demildest parêzgarek ji bo vî bajarî were danîn, ji ber tinebûna parêzgar, her roj postekî me ji dest diçe û hewl tê dayîn ku li pêgeha Kurdan bidin.”

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku ji bo postê Parêzgariya Kerkûkê namzedê wê jî heye, li şûna namzedek, navên çar namzedan gihiştiye wan û postê parêzgarî bi postê serokomar ve hatiye girêdan û ji YNKê re hatiye hiştin ku yek ji wan postan hilbijêre.

 

Endamê Encûmena Serkirdetiya Kerkûk-Germiyan a PDKê Mihemed Kemal dibêje: “Çar kes hewl didin ku bibin parêzgarê Kerkûkê, lê belê em dibêjin ji bo vê dosyeyê hêj pêwîstiya axaftinê heye û divê em çaverê bikin ku postê Serokomariya Iraqê yekalî bibe, çimku ev mijar hemû bi hev re girêdayî ne.”

 

Partiyên Tirkmenî li dijî civîna partiyên Kurdistanî rawestiyan û nerazî ne ku postê Parêzgariya  Kerkûkê ji Kurdan re were dayîn û daxwaz dikin ku îdareya bajêr a niha, bi vî awayî bimîne.

 

Endamê Polîtburoya Bereya Tirkmenî ya Iraqê Qasim Qazancî diyar kir: “Em weke Bereya Tirkmenî ya Iraqê bi ti awayî razî nîn in ku vegerin beriya 16ê Cotmehê. Divê hikûmeta Iraqê vî bajarî kontrol bike. Em bi ti awayî qebûl nakin ku tenê partiyek fermanrewayî bike.”

 

Kurd dixwazin piştî danîna parêzgarek, postê Cîgirê Serokê Encûmen ji Tirkmenan re û Cîgirê Parêzgar jî ji Ereban re bidin, ev pêngav jî dawî li fermanên hakimê leşkerî yê li Kerkûkê tîne.