COLEMÊRG - Namzedê AK Partiyê hat kuştin!

Navenda Nûçeyan – Ahmet Budak ê di hilbijartinên1ê Mijdarê de li Colemêrgê di rêza yekemîn de bibû namzedê AK Partiyê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.


Li gor agahiyan Ahmet Budak îro li taxa Beşevlera navçeya Şemzînan a Colemêrgê li ber deriyê mala xwe rastî  êrişa çekdarî hat.


Budak bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.


Li nexweşxaneyê tevî midexaleyan Ahmet Budak ji mirînê xilas nebû.


Piştî êrîşê li herêmê operasyon hat destpêkirin.