Li Agiriyê qeza: Zarokek mir û 16 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê minîbus û otomobîlek li hev qelibîn.

Di qezayê de zarokek mir û 16 kes jî birîndar bûn.

Minîbusa ku şofêrê wê C.E. û otomobîla ku şofêrê wê M.K (22) li Xaçerêya Kupkiranê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, polîs, tîmên tenduristî û agirkujiyê çûn cihê qezayê.

Di qezayê de şofêrê minîbusê M.K. û rêwiyên minîbusê  H.Y. (21), Î.D. (41), Ş.Ç (43), M.D. (48), M.K. (32), D.K. (31), S.A. (59), Ş.Ç. (28), M.I. (26), H.A. (15), E.Z.K. (1), Ş.K. (42), Ş.Ş. (16), N.I. (16), E.Ç. (28) û E.N.Y. (1) birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê.

Zarokê bi navê E.N.Y. tevî hemû hewldanên bijîşkan ji mirinê rizgar nebû.