VÎDEO - Amed: Kêliyên hilweşîna avahiya 7 qatî hatin qeydkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê avahiyeke 7 qatî ya ku di erdheja 6ê Sibatê de zerareke mezin dîtibû, di dema hilweşandinê de bi carekê de hate xwarê.

Sîteya Omerogullar 2yê ya li ser rêya Amed-Rihayê di erdheja 6ê Sibatê de ku navenda wê Mereş bû zerareke mezin dîtibû.

Avahiya ku ji 2 blokan pêk dihat, piştî erdhejê ji ber metirsiya hilweşînê hatibû valakirin.

Li derdora wê avahiyê tedbîrên ewlehiyê hatibûn wergirtin û rêya ku di ber re diçû jî ji çûnûhatinê re hatibû girtin.

Berê blokeke sîteyî hatibû hilweşandin û ji bo hilweşandina bloka din jî piştî ku avahiyên derdorê hatin valakirin, di bin çavdêriya tîmên pispor de bi amûrên avahîsaziyê xebatên hilweşandinê hatin destpêkirin.

Di dema xebatên hilweşandinê de avahî bi carekê re hilweşiya.

Li aliyê din ji bo rakirina kavilên avahiyê jî xebat didomin.

Hilweşîna avahiyê ji aliyê welatiyekî ve bi kameraya telefonê hate tomarkirin.