Xiristiyan, ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê koç dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, derdora 150 hezar heta 170 hezar kesên Xiristiyan hebûn lê niha derdora 40 hezar kesî mane.

Li herêma Cizîrê yek ji pêkhateyên sereke Xiristiyan in lê şerê navxwe yê Sûriyeyê civaka wî welatî bi giştî serûbin kir.

Cîgirê Berpirsê Rêxistina Asûrî ya Demokratê Beşîr Ishaq Seidî diyar kir ku berî şerê Sûriyeyê nêzîkî 170 hezarî Xiristiyan hebûn lê ji ber sedemên cûda piraniya wan koçber bûne û niha tenê nêzîkî 40 hezar Xiristiyan mane.

"Kêmbûneke mezin û metirsîdar heye"

Rêveberê Cîbicîkar ê Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî jî got:

"Di rêjeya hebûna Xiristiyanan de kêmbûneke mezin û metirsîdar heye. Di bingehê de li Sûriyeyê zêdeyî milyonek û 200 hezar Xiristiyan hebûn lê îro 400 hezar kes jî nîne. Ev hejmar jî bi berdewamî kêm dibe.

"Xiristiyan heta vê kêlîkê jî ji welatîbûnê bêpar in"

Cemîl Diyarbekirlî derbarê rewşa Xiristiyanan de jî got:

"Xiristiyan heta vê kêlîkê jî ji welatîbûnê bêpar in, ango welatîbûna wan ne serrast e. Dema kesekî Xiristiyan ji ber binpêkariyekê yan sitemkariyekê dinale, bersiva desthilatê ev e: 'Çi ji te kêm e, tu çi dixwazî? Tu dixwî, vedixwî û dijî, ev besî te ne.'

Xiristiyan ne ew kes in ku di rewşeke wiha de bijîn, kesê Xiristiyan ji bilî ku hevbeşekî rasteqîne be di welat û civakê de nikare di nava wê civakê de cih bigire.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Siryanan a li Qamişloyê Senharîb Bersûm ji Rûdawê re ragihand ku li navçeyên Rêveberiya Xweser hinek azadî heye lê hîn pêwîstî bi başkirina rewşê heye.

"Ev tişt milet xurt dike"

Senharîb Bersûm bi vî awayî behsa rewşa Xiristiyanên li herêma Rêveberiya Xweser kir:

"Dema em behsa navçeyên Rêveberiya Xweser dikin, ji bo xwerêkxistinê azadî ji vî gelî re hene. Ez guman dikim ev tişt milet xurt dike û berdewamiya hebûna wî xurt dike.

"Li gelek navçeyan ew jî nemane"

Rêxistin hene, partiyên siyasî hene lê li hin navçeyên din, weke van rêxistinan nînin ku parastinê di ber Xiristyanan de bikin. Tenê hinek saziyên ser bi kiliseyan ve hene lê li gelek navçeyan ew jî nemane.”

Bi gotina Senharîb Bersûm li tevahiya Sûriyeyê ji milyonekê kêmtir Xiristiyan mane.

Beşîr Ishaq jî got ji tevahiya 15 hezar kesên Aşûrî yên ku li navçeya Xabûrê bûn tenê derdora 800 kesî mane.

Li Hesekê û Qamişloyê jî derdora 5 hezar Ermeniyan mane.