DÎLOK - Mînîbusek li barhilgirekê qelibî: 1 mirî, 7 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Alêbanê ya parêzgeha Dîlokê mînîbuseke karkeran li barhilgirekê qelibî û kesekî canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Li Taxa Sefaşehirê ya Alêbanê, li ser rêya Dîlok-Nurdagiyê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa ku karker dibirin cihê kar, li barhilgireke rawestiyayî qelibî.

Di bûyerê de karkerê bi navê Cihan Kodalakoglu canê xwe ji dest da û tevî şofêr 7 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.

Tîmên tendirustiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Dîlokê.

Tîman, cenazeyê Cihan Kodalakoglu jî bir Saziya Bijîşkiya Dadî.