Li Rihayê 2 welatiyên Sûrî di Çemê Feratê de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 2 welatiyên Sûrî di Çemê Feratê de xeniqîn.

Li nêzîk Taxa Karşiyakayê ya Bêrecûkê, Abdullah Huriye yê 31 salî û Amir Elhaci yê 19 salî ji bo avjeniyê ketin Çemê Feratê, lê piştî demekê di nav çem de wenda bûn.

Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên tendirustiyê û rizgarkirinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di encama xebata tîman de piştî demjimêrêkê termên Huriye û Elhaci ji nav çem hat derxistin. Termên wan bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bîracikê hatin veguhestin.