Li Bêdlîsê 70 dikandar hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bêdlîsê ya Bakurê Kurdistanê dikandarên ku ne xwestin dest ji dikanên xwe berdin rastî mudaxelaya polîsan hatin. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Davut Tezcan jî di nav de herî kêm 70 kes hatine desteserkirin.
Li taxên Ataturk, Devrîm, Gazibey, Hersan û Muştakbaba ser bi parêzgeha Bêdlîsê 700 avahî Nîsana 2020an bi biryara Serokkomartiya Tirkiyê wek devera metirsîdar hate ragihandin. Piştî biryarê di encama serlêdana dikandaran ji aliyê dadgehê ve biryara `rawestandina rêvebirinê` hate dayîn. Ligel vê biryarê jî ji dikandara hat xwestin ku heta 30ê Temûza 2021ê kargehên xwe vala bikin.
Li gor agahiyan 14ê Tebaxê demjimêr 00:30 polîsan xwest kargehan vala bike lê rastî nerazîbûna dikandaran hat û di encam de polîsan bi guleyên plastîkî û bombeyên gazê midaxeleyî dikandaran kir û herî kêm 70 kes desteserkirin.
Hate gotin hejmareke dikandarê ku di êrîşê de birîndar bûne bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.